COSMO Bernama Kurdî

Follow COSMO Bernama Kurdî
Share on
Copy link to clipboard

Berichte, Reportagen und Analyse aus Deutschland und vier Teilen Kurdistans und dazu Hits und Klassiker aus der kurdischen Musikszene. Nûçe, hevpeyvîn û nirxandinên ji Almanyayê û ji her çar parçeyên Kurdistanê. Herweha muzîka nûjen û kelepûrî ji cîhana muzîka Kurdî. Her roja yekşemê di saet 20ê de…

Westdeutscher Rundfunk


    • May 30, 2025 LATEST EPISODE
    • weekly NEW EPISODES
    • 33m AVG DURATION
    • 320 EPISODES


    More podcasts from Westdeutscher Rundfunk

    Search for episodes from COSMO Bernama Kurdî with a specific topic:

    Latest episodes from COSMO Bernama Kurdî

    2026: Zanîngeha Kurdî-Almanî tê vekirin

    Play Episode Listen Later May 30, 2025 33:38


    Di sala 2026'an de yekemîn zanîngeha navnetewî ya Kurdî-Almanî dest bi perwedehiyê dike û amadehî gihaştine qonaxa dawîn. Zanîngeh ewê ne tenê dersên ziman û wêja Kurdî bi zimanê Kurdî bide lê herweha beşên din ên wekî zanistên civakî û beşên teknolojiyê jî. Em jî ji lijneya damezinêr bi Lezgîn Botan re li ser amadehiyên zanîngehê û zehmetê û derfetên wê dipeyivin. Von Celil Kaya.

    Tirkiye-PKK û Rojhilata Nêzîk

    Play Episode Listen Later May 23, 2025 24:26


    (c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

    Dawiya PKK'ê û têkoşîna çekdarî

    Play Episode Listen Later May 16, 2025 49:29


    Partiya Karkerên Kurdistan'ê PKK'ê li ser banga Abdullah Öcalan dawî têkoşîna xwe ya çekdarî anî û xwe fesix kir. Ev yek nayê wê wateyê ku wan dev ji doza xwe berdaye lê belê ewê ji niha û pê ve têkoşîna xwe bi rê û rêbazên aştiyane bimeşînin, wekî siyaset û rêxistinkirina civakî. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çîçek paşxaneya xwe fesixkirina PKK'ê û encamên wê yên ser pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.

    Danûstandinên di navbera Îran û Amerîka de

    Play Episode Listen Later May 9, 2025 31:02


    (c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

    Rojava: Konferansa Yekrêziya Kurdî

    Play Episode Listen Later Apr 30, 2025 37:40


    Roja 26'ê li Qamişlo'yê Konferenasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat li dar xistin û di encamê de biryar derket, ku Kurd ewê bi şandeyeke hevpar herin Şam'ê, da ku doza mafên netewî yên Kurdan lê herweha yên pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. Vê yekê li cem ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistan'ê lê tevahiya Kurdistan'ê bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Rojnameger Roj Mûsa him encamên konferansê him jî li dengvedan û karîgeriyên wê şîrove dike. Von Celil Kaya.

    Rewşa Sûriye û Rojava

    Play Episode Listen Later Apr 25, 2025 28:31


    Piştî ku HTŞ hat ser desthilatdariya Sûrî li welêt hewldanên guhertinê hene. Lê belê di vê serdemê de karîgeriyên desttêwerdanên ji derve ji her demê bêhtir in. Lê sibêrojeke çawa li benda Rojava û Sûrî ye? Em jî vê heftê ji GfbV Dr. Kemal Sido re, ku niha li Rojava ye û herweha bi rojnameger Siruan Haj Hussein re li ser rewşa niha û sibêroja Rojava û tevahiya Sûrî dipeyivin. Von Kamil Basergan.

    Aştî heta dawiya Hezîranê?

    Play Episode Listen Later Apr 18, 2025 41:34


    Bi hevdîtina şandeya DEM Partî ya digel serokkomar Erdoğan pêvajoya çareseriyê ket qonaxeke nû lê belê aliyê Tirk hîna jî gavên hewce ne avêtin. Ji aliyê din de tê pêşbînî kirin, ku pêvajo heta dawiya meha Hezîranê bi awayekî serkeftî biçe serî. Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan'ê KNK'ê Nilüfer Koç şîrove dike. Von Celil Kaya.

    Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê

    Play Episode Listen Later Apr 11, 2025 25:43


    Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê di navbera 23-27'ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de 30 fîlmên kurt, dirêj û belgefîm tên nîşandan û mijara sereke ya îsal Rojava ye. Herwiha gelek derhêner jî ewê di festîvalê de amade bin û temaşevanan re hevpeyvînê bikin. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin. Von Kamil Basergan.

    Pêvajoya çareseriyê û qeyyûm

    Play Episode Listen Later Apr 4, 2025 36:42


    (c) WDR 2025 Von Celil Kaya.

    Dersînorkirina Koçber û Penaberan

    Play Episode Listen Later Mar 28, 2025 26:54


    Li Almanya'yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike. Von Celil Kaya.

    Newroz / Hefteya Navneteweyî ya Dijî Nijadperestiyê

    Play Episode Listen Later Mar 21, 2025 30:10


    (c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

    Rêkeftina Mazlum Abdî û Colanî

    Play Episode Listen Later Mar 14, 2025 33:50


    Di 10'ê mehê de fermandarê HSD'ê Mazlûm Abdî û serokkomarê nû yê Sûrî Ahmed Şara anku colanî rêkeftinek îmze kir. Rêkeftin li ser entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî bû. Lê sê roj paşê îcar Colanî destûra demborî ragihand, ku ewê 5 salan di meriyetê de be. Rêkeftin û destûra demborî ji gelek aliyan ve li hev nakin. Îcar şansê cihbicih kirina rêkeftinê ewê çiqas be? Von Celil Kaya.

    Ji Öcalan banga çekberdanê

    Play Episode Listen Later Mar 7, 2025 37:30


    Abdullah Öcalan, ku ev 26 sal in di zindana Îmrali'yê de ye, di 27'ê mehê bang li PKK'ê kir ku di encama kongreyekê de çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Öcalan herweha ji deewleta Tirk xwest û ji bo pêkanîna vê yekê bingehên siyasî û huqûqî deyne. Em jî bi endamê konseya rêvebir a KCK'ê bi Zubeyir Aydar re him li ser vê bangê him jî pêvajoya ji niha û pê ve dipeyivin. Von Celil Kaya.

    Bandora Encama Hilbijartina 2025

    Play Episode Listen Later Feb 28, 2025 27:52


    (c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

    wdr bandora
    Pirrzimanî di nav malbat û perwerdehiyê de

    Play Episode Listen Later Feb 21, 2025 35:47


    21'ê Sibatê roja zimanê dayîkê ye. Em jî hersal bi boneya vê rojê mamosteyên Kurdî û pisporên perwedehiyê dikin mêvan. Û vê heftê jî em ji Yek-Mal Akademî bi Şerîf Derînce re dipeyivin. Yekmal Akademî vê dawiyê lêkolîneke berfireh a pirrzimaniyê di nav malbatên koçber ên li Berlîn'ê de meşand. Şerîf Derînce him li ser lêkolînê û him jî li ser encamên wê dipeyive. Von Celil Kaya.

    Hilbijartina federal 2025

    Play Episode Listen Later Feb 14, 2025 31:08


    (c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

    Hilbijartin 2025: Vedat Akter ji Köln'ê namzet e

    Play Episode Listen Later Feb 7, 2025 41:09


    di 23'ê vê mehê hilbijartinên pêşwext tên li dar xistin. Mijara koçber û penaberan wekî hercarî di kampanyayên partiyan de cihê sereke digire. Helbet di nav namzetan de kesên esil biyanî jî hene. Wekî mînak Vedat Akter. Camêr ji Köln Mülheim/Leverkusen ji partiya Çep namzetê rasterast e. Emê jî vê heftê pê re li ser hilbijartinên pêşwext, namzetiya wî û nîqaşên ser koçberan bipeyivin. Von Celil Kaya.

    Îddîayên Cudakariyê: Bûyera Prof. Kenan Engin

    Play Episode Listen Later Jan 31, 2025 23:16


    Prof. Kenan Engin, ku bi xebata xwe ya "100 saliya koçberiya Kurdan a li Almanya'yê" tê nas kirin ji sala 2018'an ve li Berlîn'ê di Zanîngena Akkon'ê de ders didan. Prof. Engin piştî ku li hember reftarên cudakar ên xebatkarên zanîngehê yên li dij xwedekarên esil biyanî nerazîbûn nîşan da, bê sedem ji karê xwe hat derxistin. Von Kamil Basergan.

    Hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm

    Play Episode Listen Later Jan 24, 2025 43:18


    Serok Mesûd Barzanî di 16'ê mehê de li Hewlêr'ê pêşwaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de yekrêziya Kurdan û çarenûsa Rojavayê Kurdistan'ê hatin nîqaş kirin. Hevdem êrîşên Tirkiye'yê yên ser bendava Tişrîn'ê berdevam dike û di encamê de bi dehan xelkê sivîl jî hatin kuştin. Em jî ji Kobani'yê bi Lezgîn Ibrahîm re him rewşa dawî ya li herêmê û him jî degvedanên vê hevdîtina li Hewlêrê gotûbêj dikin. Von Celil Kaya.

    Îran: Cezayê îdamê ser Pexşan Ezîzî

    Play Episode Listen Later Jan 17, 2025 30:17


    Çalakvana medenî Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023'an de li Tehran'ê hatibû destgîr kirin û bi tawana serhildana çekdarî ya dij Komara Îslamî dihat darizandin. Di Sibata 2024'an de Dadgeha Inqilaba Îslamî cezayê îdamê da Pexşan Ezîzî. Herweha cezayê 4 sal cezayê zindanê ji ber endametiya PJAK'ê. Dadgeha bilind jî di 8'ê mehê de wî cezayê pesend kir. Von Celil Kaya.

    Hêvî û geşedanên muhtemel ên ji bo Kurdan di sala 2025an de

    Play Episode Listen Later Jan 10, 2025 32:05


    (c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

    Nûnerên partiya DEM'ê li Îmraliyê çûn serdana Öcalan

    Play Episode Listen Later Jan 3, 2025 20:34


    Şandeya DEM Partiyê şemiya buhurî li grava Îmrali'yê çû seredana Abdullah Öcalan. Diyar kir, ku ew piştgiriyê dide paradîgmaya nû û ji bo çareseriyê amade ye. Von Kamil Basergan.

    Salvegera koça dawî ya Eyşe Şan

    Play Episode Listen Later Dec 27, 2024 29:06


    18'ê Kanûnê salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî rexne kirin û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtiyê derket. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvan e. Von Abducelil Kaya.

    Serjimêriya li Iraqê

    Play Episode Listen Later Dec 20, 2024 29:25


    (c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

    Rejîm rûxa- Kurd ewê çi bikin?

    Play Episode Listen Later Dec 13, 2024 58:05


    Rejîma Esad rûxa û desthilatdariya welêt ket destê Heyet Tahrir uş-Şam. Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava berdewam dike. Kurd ewê sibêroja Sûrî de çi rolê bilîzin? Em jî ji rêxistina civaka sivîl ji Civil Waves PÊL bi Ferhad Ehmê re li ser rûxana rejîmê û sibêja Sûrî de dipeyivin. Von Celil Kaya.

    HTŞ li Sûrî pêş ve diçe

    Play Episode Listen Later Dec 6, 2024 29:02


    Heyet Tahrir el Şam vê heftê dest bi êrîşî bajarê Heleb'ê kir û niha piştî Hema'yê ber bi Humus'ê ve dimeşe. Hêzên Îslamî yên ser bi Tirkiye'yê êrîşî herêmên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk dike. Em jî digel rojnamevan Siruan Haj Hussein û Dr. Kemal Sido dipeyivin. Von Kamil Basergan.

    Tirkiye: Aştiyeke bê muzakere

    Play Episode Listen Later Nov 29, 2024 34:37


    Serokê MHP'ê Bahçeli banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir. Serokkomar Erdoğan jî careke din xwedî li vê bangê derket. Niha di rojevê de seredana endamên DEM Partiyê ya ji bo serokê PKK'ê Abdullah Öcalan heye. Em jî ji Rojnameger Îrfan Aktan dipirsin, ka ew vê pêvajoyê çawa dinirxîne û şert û mercên niha çawa dibîne ji bo destpêkirin û meşandina pêvajoyeke nû. Von Celil Kaya.

    Roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan

    Play Episode Listen Later Nov 22, 2024 32:43


    (c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

    Tirkiye: Aştî ya xapînok?

    Play Episode Listen Later Nov 15, 2024 45:57


    Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk MHP'ê Devlet Bahçeli banga xwe ya ji bo serokê PKK'ê Abdullah Öcalan dubare kir. Aliyê dewletê dixwaze PKK yekser çekan berde. Hevdem hikûmetê careke din qeyyûm avêtin ser sê şaredariyên Kurdan. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek şîrove dike. Von Celil Kaya.

    Trump dîsa bû serokê Amerîka'yê

    Play Episode Listen Later Nov 8, 2024 28:20


    Di encama hilbijartinên 5'ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka'yê hat hilbijartin. Ji Washington'ê, ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan encamên hilbijartina Trump dinirxîne. Von Kamil Basergan.

    Tirkiye: Pêvajoyeke din a aştiyê?

    Play Episode Listen Later Nov 1, 2024 47:40


    Piştî daxuyaniya serokê MHP'ê Devlet Bahçeli li Tirkiye'yê dîsa nîqaşa pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Berevajî deh sal berê vê carê MHP û CHP jî peyamên erênî didin. Lê belê divê ev daxuyanî çiqas ciddî werin girtin? Gelo pêvajoyeke aştiyê dikare pêk were? Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan vê carê dikare roleke cudatir bilîze? Em van pirsan ji pisporê zanistên siyasî Sinan Önal dikin. Von Celil Kaya.

    Bandora encamên hilbijartinê

    Play Episode Listen Later Oct 25, 2024 30:12


    (c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

    wdr bandora
    Scholz seredana Erdoğan dike

    Play Episode Listen Later Oct 18, 2024 42:42


    Di 5'emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de serokwezîr Olaf Scholz seredana Tirkiye'yê dike. Çend roj beriya vê seredanê hat ragihandin, Almanya dawî li ambargoya çekan a ser Tirkiye'yê tîne. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him li ser seredana Scholz a Tirkiyey'yê û rewşa li herêmên dagirkî dipeyivin. Von Celil Kaya.

    Hilbijartinên Başûrê Kurdistan'ê

    Play Episode Listen Later Oct 11, 2024 33:08


    Di 20'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistan'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Vê carê hilbijartin ni nebûna parlamentoyeke çalak de tên li dar xistin. Em jî Hewlêr'ê bi ronakbîr Aso Haidari, bi rojnamegerên ji Silêmanî Dilshad Anwar û ji Duhok'ê Niamat Maronsî re li ser pêvajoya hilbijartinê û bendewariyên hilbijêran dipeyivin. Von Kamil Basergan.

    Dersînorkirina hevwelatiyên Tirkiye'yê

    Play Episode Listen Later Oct 4, 2024 29:25


    Almanya û Tirkiye'yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan'ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye'yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurdên me ne. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin metirsiyê de, bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin. Von Celil Kaya.

    kovara Çîya

    Play Episode Listen Later Sep 27, 2024 31:14


    (c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

    2. Salvegera kuştina Jîna Emînî

    Play Episode Listen Later Sep 20, 2024 34:16


    Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran'ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan'ê KJAR'ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide. Von Celil Kaya.

    Pira konserê ya di navbera Orient û Occident de

    Play Episode Listen Later Sep 13, 2024 28:22


    (c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

    Çîroka Stranekê: Welatê me Kurdistan e

    Play Episode Listen Later Sep 6, 2024 34:42


    Di sala 1973'an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan'ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan'ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd'ê Silêmên di Tebaxa 2028ân de li Qazaxistan'ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.

    Navid Zardi

    Play Episode Listen Later Aug 30, 2024 36:27


    (c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

    50 salên bi huner: Şivan Perwer

    Play Episode Listen Later Aug 23, 2024 34:15


    Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin. Von Celil Kaya.

    Iraq: Zewicandina keçên 9 salî

    Play Episode Listen Later Aug 16, 2024 32:16


    Di parlamentoya Iraq'ê de pêşnûma qanûnek tê nîqaş kirin, ku dihêlê keçikê 9 salî werin zewicandin. Li hember jî gelek rexne hene. Rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike. Von Kamil Basergan.

    Claim COSMO Bernama Kurdî

    In order to claim this podcast we'll send an email to with a verification link. Simply click the link and you will be able to edit tags, request a refresh, and other features to take control of your podcast page!

    Claim Cancel