POPULARITY
Pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li sînorê qezaya Amêdîyê berdewamin. Hemwlatîyên deverê hişyarîyê didin ku ev rewş heybeta serbazî ya nîştîmanî ya Îraqê lawaz dike û daxwazê dikin ku di bin sîbera gihîştinên aştîyê de, artêşa Tirkîyê û hêzên PKK ji navçeyên sivîl dûr bikevin da ku aramî vegere. Herweha, artêşa Tirkîyê proseya berfireh a talankirina jîngehê bi birîna daran berdewam dike, ev yeka jî karesateke jîngehî pêk tîne.
Foruma Aşitiyê hefteya buhurî li Amedê pêk hate. Ahmet Turk yek ji mêvanên komxebatê bû. Wî hizir û nêrînên xwe li ser rewşa aşitiyê anî ziman. Herweha di dawiya hefteyê de jî DEM Partî li Amedê bi navê 'Jibo aşitiyê gavek' xwepeşandanek lidarxist. Bi hezaran kes ji hukumetê xwestin ku ji bo aşitiyê yasayan derxe. Parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan li ser rewşa siyasî ji bo gohdarên SBS Kurdî nîrxandinan dan.Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi derengxistina pêvajoyê tawan dike. Dewlet dibêje çekdanîn bi giştî pêk nehatiye, aliyê Kurdî dibêje bê garantiyên qanûnî ew gav naçe serî. Herweha nîqaşên hilbijartinên pêşwext û rûdanên herêmî jî hene. Ji Amedê, ji Zanîngeha Dîcleyê ji Fakulteya Huqûqê bi Doç. Dr. Vahap Coşkun şîrove dike. Von Celil Kaya.
Xezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nexweşxaneyan ew wernegirtin? Herweha di raporê de hat gotin ku, piştî ku YNK û PDK li hev nekirin, gelek kes li Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina du îdareyan dikin: yek li Hewlêr û yek li Silêmanî.
Herçend danûstandinên Îslamadê serneketin jî agirbesta lerzok a di navbera Amerîka û Îran'ê de berdewam dike. Trump vê carê abluqayek danî ser tengava Hurmuzê û li bendê ye, ku Îran şert û mercên wî qebûl bike. Herweha plansaziya tevlêkirina hêzên Kurdî ya di şerekî bejahî de ji bo niha hatiye rawestin. Ji Zanîngeha Sussex a Îngîltereyê, pisporê peywendiyên navnetewî, Doç. Dr. Kamran Matin rave dike. Von Celil Kaya.
Baregeha Mesûd Barzanî ragihand ku roja Duşemê 9î Şibatê peywendiyeke telefonî di navbera rêzdar Mesûd Barzanî û Tom Barack, Nûnerê Donald Trump jibo karûbarên Sûriyeyê de hat encamdan, û tekeze li ser berdewamiya hevalbendiya gelê Kurdistanê û Amerîkayê kirin. Herweha di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behx li ser dirêjkirina pêkanîna hukumeta Iraqê, û rênekeftina Partî û Yeketî li ser posta serokkomar ku qet li ser wê postê rênakevin.
It's been a month since one of Iran's deadliest periods of anti-government unrest in the history of the Islamic Republic. While mass protests have subsided amid a crackdown by security forces, a US-based human rights group has confirmed the deaths of more than 6,000 people, warning the total could stand at more than 20,000. Iran's official death toll is just over 3,000. There are also grave concerns for the tens of thousands who have been arrested. This story has been produced in collaboration with SBS Persian. - Mehek ji bûyerên herî kujer ên serhildanên dijî hukûmeta Îranê di dîroka Komara Îslamî de derbas bû. Digel ku xwepêşandanên girseyî di bin zextên hêzên ewlehiyê de kêm bûne, rêxistineke mafên mirovan a li Amerîkayê mirina zêdetirî 6,000 kesan piştrast kir, û hişyarî da ku dibe hejmara giştî ji 20,000î zêdetir be. Li gor hukumeta Iranê hejmara fermî ya miriyan hema hema 3000 derbas kiriye. Herweha ji bo bi dehan hezar kesên ku hatine girtin xemên mezin hene.
Li Amed û li gelek bajarên Kurdan r din îsal berfeke zêde bariya, li nav bajêr de nêzikî mîtroyek berf ket û pileya germê daket bin sifirê -17 derece. Pispor dibêjin ev afat û karesat e ku jiyana rojana asteng dike. Herweha di naveroka raporta Hatice Kamer ji Amedê gehs li ser gelo pêvajoya derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê ji ber pêşketinên li bakur-rojhilatê Sûriyê di bin metirsiyê de ne, Serokê MHP Devlet Bahçelî jibo HSD û Mazlum Ebdî çi got û Dem Partî çi bersîv da?
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 23/10/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, herdu raportên ji Hewlêr û Amedê têde hene. Herweha hevpeyvîna bi Dr Elî Zêbarî re derbarê bilindbûna dozên grîpê yên îsal li Australya. Û gelek babetên din hene.
Informationstelle Antikurdischer Rassismus vê heftê raporeke li ser bûyerên nijadperetiya dij Kurdan a li Almanya'yê weşand. Rapor ne tê amar û hejmarên van bûyeran dide lê herweha cih dide çendîn gotarên zanist û pisporan, ku di vî warî de kar û xebat dimeşînin. Herweha pêşniyarên zelel jî beşeke vê raporê ne. Em jî ji IAKR bi Passar Hariky re li ser bûyerên nijadpesretiya dij Kurdan û naveroka raporê dipeyivin. Von Celil Kaya.
Şanoya bajarê Amedê perdeya xwe bi lîstikeke jinan vekir. Navê lîstikê JİN e û ji derhêner heta listikvanan jinin. Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen e, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar e. Herweha di raportê de behs li ser meşa 1ê îlonê Roja Aşitiya Cîhanê dibe ku bi hezaran welatî, ji bo dexwaza aşitiyê meşeke girseyî lidarket. Raporta Hatice Kamer.
Ez bi hevkara xwe ya berê Roza re rûniştim û em li ser 40 saliya damezrandina SBS Kurdî axifîn. Wê hestê xwe derbarê bernameyê bi me re parevekir. Herweha di nav vî beşî de peyamên nûçegîhanên me Hatice Kamer û Ehmed Xefûr jî hene.
Wezareta Elektrîkê ragihand ku niha zêdetir ji 2.7 milyon kesên li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk hene. Herweha, di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê nûçeyeke din heye ku 2 kesên ji Bexdayê hatibûn Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li benzîn xaneyekê hatibûn kuştin.
Li Almanya xurtekî êrişe Mîr Hazim Tehsîn Beg mîrê Êzidiyan kiriye ku vê yekê gelek diltengî ji bo civaka Êzîdî çêkir. Herweha di naveroka raportê de behsa rêjeya xenqandina xelkê bi melevanîyan dibe ku ev bûyerana gelekî zêdebûne. Em derbarê van herdu mijarên li jor bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.
Almanya'yê ji bo hin penaberan lihevgihandina malbatî ji bo du salan dide rawestandin. Ji Bochum'ê parêzer Besra Güler behsa qanûna dike. Herweha nakokiyên di navbera hikûmeta Surî û HSD'ê de kûr dibe. Endamê Parlamentoya Federal Jian Omar jî rewşa dawî ya li Sûrî şîrove dike. Von Kamil Basergan.
An exclusive interview with Dr Mahmoud Abbas regarding the Syrian Kurdish situation. Given the recent political developments surrounding this issue, Dr Abbas stands out as one of the leading political analysts in diaspora. During the discussion, we delve into the specifics of the circumstances in Syria, the Kurds, and the various minorities residing in the country. Additionally, the interview we discuss the disarmament of PKK, along with the remarks made by Öcalan and Erdogan. - Hevepeyvîneke taybet bi Dr Mehmûd Ebas re derbarê doseya Kurdên Sûriyê. Li gorî pêşketinên siyasî yên vê dawaiyê di meseleya Kurdên Sûriyê de, Dr Ebas, yek ji analîstên siyasî navdar e li derveyî welêt. Hevpeyvîn dê li ser hûrguliyên rewşa li Sûriyê, Kurdan û kêmneteweyên ku li wî welatî dijîn. Herweha di naveroka hevpeyvîne de behs li ser çekdanîna PKK û daxuyaniyên Ocelan û Erdogan jî dibe.
Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ji me re derbarê helwêst û berteka Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê derbarê çekdanîna PKKê û karvedana li ser pirsa xwe-fesixkirina PKKê behs dike. Herweha di raportê de behs li ser çêkirna hevpeymeniyeke bi navê hevpeymeniya xelikê ji bo helbijartinên perlemana Îraqê jî dibe.
Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa kuştina jineke ciwan li yek ji kolanên herî qerebalix e li Stenbolê dike ku bû sedema nerazîbûneke berfireh, û ev yek bû sedem ku jin li cihê ku Bahar Aksu lê hatiye kuştin kom bibin. Herweha di raportê de behs li ser mirina Sirri Sureyya Onder jî dibe.
Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê li ser encamên helbijartina li Herêma Kurdistanê di 20/10/2024 de cî girtî vedibêje. Herweha xelk bi gîştî dixwaze hukumetek bi zûtirîn dem pêk bêt, lê hin idîa hene ku dê piştî helbijaratinên li Îraqê ku sala bêt 2025 pêk were.
Di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de behs li ser peyakî ji parêzgeha Duhokê ku li bajarê Stenbolê li Tirkiyê hatiye kuştin dibe. Herweha behs li ser du beşbûna xelkê derbarê yasaya rewşa kesayetî dibe ku hinek li dijî serrastkirinê ne û hinek jî hewla serrastkirin û pesendkirina yasayê didin, yasaya ku keçên 9 salî bidin mêr.
Di naveroka rapora Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Îraqê dibe. Herweha di nav raporê de behs li ser sedema koçkirina Ermeniyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê jî dibe.
Di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser seredana serokkormarê Tirkiyê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê dibe. Herweha raport behsa agirên ku bi froşgehên li Hewlêrê û cihên din dikeve dibe.
Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê derbarê Festîvala Şanoya Amedê ye. Cudahiya festîvala îsal ewe ku cihekî mezintir hatiye avakirin û xelk ji nû ve dikare li çand û zimanê xwe yê kurdî derkeve. Herweha di nav raportê de behs li ser pîrozbahiyên Çarşema Serî Sala Êzîdiyan li gundê Bircê yê bi ser Wêranşêrê jî dibe.
Roja Çarşemê keçek di nav mala xwe de tê koştin, polîs kojerê keçikê girt ku li gor amarên sala 2023 li Herêma Kurdistanê 80 jin di wê salê ji bo egerên cuda hatine kuştin. Herweha di nav raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de konfirensa li zanîngeha Amerîkî li Silêmanî dest pêkir ku tê da bêtirî 500 kesayetî û karbidestên mezin ji Herêma Kurdistanê, Îraqê, Rojhilata Navîn û cihanê beşdarbûn. Di civînê de behsa pirisgirêkan û bizava çareserkirina wan hat kirin.
Berpirsên şûnbilind yên Hukumeta Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê derbarê rewşa siyasîye li Îraqê, Herêma Kurdistanê û helbijartinên Parlemena Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herweha di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser çima beşekî mezin ji fermanberên Herêma Kurdistanê pirojeya "Hejmara Min" ya hesabê bankê red dikin dibe.
Di naveroka raporta ji Hewlêre behs li ser Newroza li Akirê dibe, ku Newroza wî bajarî ji yên din bi nav û dengtire. Herweha behs li ser liheya li Duhokê jî dibe, ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û ziyaneke aboriye mezin li wî bajarî bû ye. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr heye.
Vê hefteyê nuçegîhana me Hatice Kamer bi me re ji Izmîrê diaxafe. Ew ji wir ji me re behsa amadekariyên helbijartinên 31 Adarê dike. Herweha ji me re behsa serbestkirina hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû ku piştî 10 mehan dike.
Em derbarê Roja Navneteweyî ya Zimanê Makî bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin û li ser çalakiyên û metirsiyên ku zimanê Kurdî li Bakur têde dipirsin. Herweha di nav raportê de helwest û nerînên beşdarên ku amadeyî çalakiyan bûn hene.
Ehmed Xefûr di raporta ji Hewlêrê behs li ser ku metirsî heye lihe di encama barîna baraneke pirr çêbibe û gelek xelik rastî zirar û zîyanên mezin li Herêma Kurdistanê bibin. Herweha di raporta ji Hewlêrê de behs li ser ku ev bû nêzikî 3 mehane Perlemana Îraqê bê serok e û alîyên sîyasî hîn negihîştine tu rêkeftinan.
Ehmed Xefûr di raporta xwe ya ji Hewlêrê behs seredana wezîrê berevaniya Tirkyê bo Herêma Kurdistanê dike. Herweha di raportê de behs li ser gendeliya li Herêma Kurdistanê dibe ku welatî û beşek ji berpirsiyaran jî dibêjin gendelî gelek heye, lê karbidestên Hukumetê dibêjin kabîneya nehan ya hukumetê gendelî gelekî kêm kiriye.
Raporta Hatice Kamer ji Amedê derbarê mijara sereke ya ku nîqaş li ser dibe ku ew jî hilbijartinên şaredariyanin. Hatiye îdîakirin ku hevjîna Selahatîn Demirtaş, Başak Dermirtaş ê bibe namzeda şaredariya stembolê. Herweha di raportê de behs li ser êrîşeke li ser dêreke katolîk li Stenbolê dibe û babetên din jî di nav raportê de hene.
Di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de behs li ser van babetan dibe, ku li piranîya bajar û bajarokên li Herêma Kurdistanê bi hezaran xelk û karbidest derketin ser kolanan û xwepêŝandan li dijî hêrişên Îranê li ser Hewlêrê şermezar kirin. Herweha di raporê de li ser kêmbûna zewacê li Herêma Kurdistanê behs dibe, ku di heman demê de gelek veqetandin û berdan heye.
Hatice Kamer ji Amedê di raporta xwe de ji me re behsa ku gelek partî navên namzedên xwe aşkere dikin. Herweha behs li ser ku Ahmet Turk dest ji sîyasetê berdide û nerînên hin kesan derbarê helbijartina di 31 Adarê de hene.
Nûçegîhan Hatice Kamer di raporta xwe de ji me re behsa pirsgirêkên derbarê ku rêyekê navê Şêx Seîd binav bikin. Lê hin kesên nijatperest li dij derdikevin e. Herweha behs li ser azadkirina rojnamevanê Kurd Sedat Yilmaz jî dibe. Mijarên din jî di naveroka raportê de hene.
Di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de behs li ser perlemana Îraqê ku bû demeke bê serok maye û daxwaza kombûn û serokekî nû ji bo perlemanê re tê kirin. Herweha di raportê de, ev bû demeke ku ji Îraqê êriş li ser bingehên Amerîkî ye li Rimêlan, Sûriyê dihêne kirin ku bi moşekan bingehên wan tê bombebarakirin.
Bi sedam mamoste ji Herêma Kurdistanê çûne Bexdayê ji bo xwepêşandan û nerazîbûna xwe derbarê nedana mûçeyan. Lê hêzên ewlehiya Îraqê nehîştin ew derbas bibin. Herweha xelkê Îraqê û Herêma Kurdistanê bi giştî ji helbijartinên encûmenên parêzgehan dilgiranin û naxwazin biçin dengdanên di18 December de. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Learn how to talk about checking-in at the airport. Plus, find out tips for a comfortable flight. - Fêr bibe çawa li balafirgehê danûstindinê bikî. Herweha, serişteyên ji bo firîneke rehet bibîne.
Foruma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn MEPS li bajarê Duhokê dest pêkir. Ji bo vê konfiransê berpirsíyar, serkirde, akademîsyon û kesên cuda bûn mêvan. Li gorî serperiştîyarên konfiransê 300 berpirsîyar û kesayetî ji 80 welatên cîhanê beşdar bûn. Em ji Ehmed Xefûr derbarê konfiransê dipirsin. Herweha babetên din jî di raporta ji Hewlêrê de hene.
Di raporta heftane ya Hatice Kamer ji Amedê de, behs li ser Platforma Ciwanên Serbixwe ku li Amedê sond xwarin ku ji Kurdî pêve bi tu zimanekî din dê neaxafin dibe. Herweha serokê partiya opozîyonê Kemal Kiliçdaroglu di kongreya partiyê de hate guhertin. Ew 13 salan serokê CHP'ê bû lê grûpa ku Ozgur Ozel pêşengî dikir, ji têkçûna hilbjartinê Kiliçdaroglu sûcdar dikin. Ozgur Ozel serokê nû yê CHP'yê. Kemal Kiliçdaroglu ji bajarê Dersîmê ye Kurdekî elewî û Zaza ye. Herweha di raportê de behs li ser Dadgeha Destûra Bilind ya Tirkiye dibe, ji bo parêzer Can Atalay biryar da ku mafê wî yê yasayî hatîye binpêkirin û divê serbest were berdan.
Raporta Hatice Kamer vê hefteyê li ser biryareke Dadgeha Mafê Mirovan e, herweha erêkirna cezayê karsaz Osman Kavala, rewşa Karabaxê û bandora Tirkiyê li ser. Herweha di nav raportê de behs li ser destpêkirina festivala begefilman ya Amedê jî dibe.
Di raporta Hatice Kamer ji Amedê behs li ser mirina hunermend Beytocan dibe. Herweha di nav raport de Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz li ser bandora kuştina Jîna Emînî diaxafe. Û behs li ser bertekên li hember parlementerê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu dibe ku wî di bernameyeke telefizyonê de gotibû 'Artêşa Tirkiyê li heremê 15 gundiyên Kurd ji helikopterê avêtin û Dadgeha Mafê Mirovan Tirkiyê ceza kir.' Lê van gotinan rê li dadkirin û rakirina parêzbenidya wî vekir.
Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de behs li ser civîna damezrandina partiyekî nû yê Kurdîstanî dibe. Partîya Azadîya Kurdîstanê û Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê - TDK Tevger dibin yek û partîyekî nû tê damezrandin. Herweha di raportê de behs li ser hewildana ku zindana Diyarbekir bibe Muze ku avahiya zindanê wekî xwe were hîştin.
Learn how to start conversations about books. Plus find out where you can find books in your language. - Fêr bibin ka hûn dê çawa dest bi sohbetên derbarê pirtûkan de bikin. Herweha fêr bibe ka tu dikarî pirtûkên bi zimanê xwe li ku derê bibînî.
Nûçegîhan Hatice Kamer di raporta xwe de iro ji me re li ser van mijaran radigîne. Li Amedê beşek ji rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan kom bûn û nerazîbûna xwe derbarî 100 saliya Peymana Lozanê raber kirin. Herweha di raportê de behs li ser pênc rojnamevanan dibe ku li Amedê, Enqerê, Stenbol û Îzmerê li ser biryara serdozgerîya Amedê hatin girtin.
Ehmed Xefûr ji Hewlêrê di raporta xwe de behsî van babetan dike. Roja pêncşemê dadgeha Hewlêrê rojnamevan Şêrwan şêrwanî bi çar salî zîndan size kir, bi tometa ku vî rojnamevanî li şûna rojnamevan Guhdar Zêbarî mor kiriye. Herweha di raportê de behs li ser êrîş xwepêşanderan li ser balyozxaneya Swêdê ya li Bexda yê jî dibe.
Di naveroka raporta Hatice Kamer ji Amedê de behs li ser Doza Licê, redkirina dexwaza dîtina ciyê gora Şêx Seid û salvegera girtina 16 rojnamevanên Kurd dibe. Herweha behs li ser daxuyaniya Partiya Çepên Kesk derbarê şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li ser endamên rêveberiya xweser li bakur-rojavayî Sûriyê dibe.
In September 2022, a boat carrying 16 people Syrians, mostly from the town of Kobani. The boat sank on route Algeria and Spain, only one person survived. In addition to that, on June 4 2023, another boat sank carrying 25 Syrians, and again mostly from the town of Kobani. Many people are deceived by people smugglers who promise that the boats are safe and will reach Europe in a short period of time. They charge people thousands of Euros or dollars but sadly the results aren't positive. Ezdesher Abdulrahman Kurdi is one of the people who was deceived and almost lost his life in September 2022 while on route Algeria and Spain but sadly 15 of his friends travelling with him lost their lives when his boat sank. - Di Îlona 2022 de gemîyeke 16 kesên ji Sûriyê ku pirranî ji Kobanîyê bûn ji Cezairê ber bi Spaniya ve diçû binav bû û hemû kes ji bilî yek kes jiyana xwe ji dest didin. Herweha di 4î Hezîranê de yanî berî du hevteyan gemîyeke din binav bû ku di wê de jî 25 Sûrî hebûn herweha pirraniya wan ji Kobanîyê bûn. Gelek kes bi destên qaçaxçîyên mirovan tên xapandin û soz didin kesan ku wan di demeke kurt û ewle de bighînin Ewropa. Ev kesên xapînok bi hezaran Euro ji xelkê distînin. Ezdeşêr Ebdulrehman Kurdî yek ji wan kesên ku di Îlona sala par 2022 de ji mirinê rizagar bûye, em dê derbarê xubreta di gemiya binav bûyî û ew bi tenê rizgar bû biaxafin.
Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser biryara Demirtaş ku ew êdî dest ji siyaseta aktîf berdide ye. Herweha di raportê de raya xelkê li ser wê beryarê tê pirsîn.
Di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de, behs li ser aloziya di navbera herdu partiyên desthelatdar PDK û YNK dibe. Herweha behs li ser piştgiriya cotkaran ji bo firotin û girîngîdana berhemên navxweyî, Hukumeta Herêmê biryar da ye ku hawirdekirina xiyaran ji bo derveyî welat qedexe bike.
Bi amadebûna bi sedan berpirsîyarên şûnbilin ji Herêmî Kurdistanê, Îraqê û diplomasên ji welatê cûda merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li devera Barzan vebû. Di merasîmê de, serokê PDK Mesûd Barzanî bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku berî 18ê Gulanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe civîneke berfireh lidarxin. Herweha di raportê de behs li ser vekirina Deriyê Zet yê Navdewletî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî dibe. Zêdetir derbarê wan babetan di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.