SBS Kurdish - SBS Kurdî

Follow SBS Kurdish - SBS Kurdî
Share on
Copy link to clipboard

Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

SBS


    • Sep 29, 2026 LATEST EPISODE
    • daily NEW EPISODES
    • 10m AVG DURATION
    • 2,249 EPISODES


    More podcasts from SBS

    Search for episodes from SBS Kurdish - SBS Kurdî with a specific topic:

    Latest episodes from SBS Kurdish - SBS Kurdî

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Play Episode Listen Later Sep 29, 2026 55:31


    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi oparêzerê koçberiyê Hîwa Zendî derbarê guhertinên nû di qanûnên koçberiyê de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.#sbsaudiopodcast

    Guhertinên nû di qanûnên kuçberiya Australya de

    Play Episode Listen Later Sep 25, 2026 9:43


    Wezîrê Koçberî û Hemwelatiya Australya di qanûnên koçberiyê de komek guhertinên nû anîye meriyetê. Parêzerê koçberiyê Hîwa Zendî di vê hevpeyvînê de derbarê bandora van guhertinan li ser xwendekarên navneteweyî, vîzeyên demkî û kesên ku bi guherandina vîzeyan hewl didin li Australya bimînin, agahiyan dide.#sbsaudiopodcast

    Daxwaza edaletê ji bo kuştina Musa Enter û serkeftina Amedsporê

    Play Episode Listen Later Sep 25, 2026 11:38


    Rewşenbîrê Kurd Musa Enter, 34 salan berê li Amedê li taxa Seyrantepe, di temenê 78 salî de bi destê hêzên tarî hate kuştin. Doza wî demeke dirêje hatiye girtin. Kujer nehatin eşkerekirin. Di bîranîna wî de kurê wî û şagirdên Musa Enter doza edaletê daxwaz kirin. Amedspor li sehaya xwe tîmê navdar yê Tirkan Beşîktaşê 3-2 têk bir. Ev serkeftin Amedsporê kir e yekemîn di rêza serkeftina tîman de. Bi hezaran alîgir bi kêfa coş serkeftina tîmê xwe heta sibehê şahî kirin.#sbsaudiopodcast

    Nuçeyên roja Pêncşemê 24 09 2026

    Play Episode Listen Later Sep 24, 2026 10:23


    Di vê bûletene de: OpenAI piştî binpêkirina Medicare ji aliyê ajanekî AI ve, fermana nirxandinê dide... Xi Jinping ji bo hevdîtinên bi Donald Trump re gihîşt Washingtonê... Socceroos amadekariyan dikin ku sibê Înê li Queensland li dijî Brezîlyê bilîzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.#sbsaudiopodcast

    Nêzîkî 70 kes li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê jehrî dibin

    Play Episode Listen Later Sep 23, 2026 7:10


    Li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê, nêzîkî 70 kes jehr dibin. Li gorî agahiyan, duner kebaba ku li ser erebeyekê hatibû firotin û bi awayekî neyasayî û bê destûr ew xwarina hatîye firotin. Kesên ku jehrî bûne, tûşî zikçûn û vereşiyê bûne.#sbsaudiopodcast

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Play Episode Listen Later Sep 22, 2026 56:21


    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 17/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvînên bi Salah Pûresed, Rûnak Rad û Jîno Kardo re derbarê çaremîn bîranîna Jîna Emînî di Parlemana Federal ya Australye de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.#sbsaudiopodcast

    Nuçeyên roja Înê 18 09 2026

    Play Episode Listen Later Sep 18, 2026 5:38


    Di vê bûletene de: Partiya Keskan di navbera plana koçberiyê ya Partiya Kar û tedbîrên tund ên DYA de berawirdiyên nû dike... OpenAI derbarê tevgerên nîgeranker ên di modelên Hişmendiya Çêkirî de, şeş raporên nû eşkere kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.#sbsaudiopodcast

    Woman, Life, Freedom: Kurdish activists call for greater international support - Jin, Jiyan, Azadî: Çalakvanên kurd banga zêdetir piştgiriya navnetewî dikin

    Play Episode Listen Later Sep 17, 2026 8:01


    Four years after the death of Jina Amini, Kurdish community leaders and advocates gathered at Australia's Parliament House in Canberra to commemorate her legacy and call for greater recognition of the ongoing oppression of Kurds and other marginalised communities in Iran. Ronak Rad and Jino Kardo discuss the outcomes of their meeting in Parliament House, highlighting transnational repression, threats to diaspora communities, and the need for greater international awareness of human rights violations. They urge Australian politicians and the international community to amplify Kurdish voices and acknowledge the ongoing struggle for freedom, justice, and human rights. - Çar salan piştî mirina Jina Emînî, rêber û parêzvanên civaka Kurd li Parlemana Australya li Canberra kom bûn da ku mîrateya wê bi bîr bînin. Ronak Rad û Jîno Kardo li ser encamên civîna xwe ya li Canberra nîqaş dikin, balê dikişînin ser zordariya navneteweyî, gefên li ser civakên dîasporayê, û pêwîstiya hişyariya navnetewî ya mezintir a li ser binpêkirinên mafên mirovan. Ew ji siyasetmedarên Australî û civaka navnetewî dixwazin ku dengê Kurdan bilind bikin û têkoşîna berdewam a ji bo azadî, edalet û mafên mirovan qebûl bikin.#sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast

    Nuçeyên roja Pêncşemê 17 09 2026

    Play Episode Listen Later Sep 17, 2026 10:13


    Di vê bûletene de: Hukûmeta federal guhertinên berfireh di sîstema koçberiya Australya de eşkere dike… Tê texmînkirin ku Banka Navendî ya Australya rêjeyên fayîzê zêdetir bike… Dozger red dikin ku doza bi dehan salan a zaroka windabûyî Cheryl Grimmer ji nû ve vekin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.#sbsaudiopodcast

    Daxuyaniya rêxistinên sivîl û serdanên Fîdan û Erdo gan ya Amedê

    Play Episode Listen Later Sep 17, 2026 5:34


    Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de, behs li ser daxuyanîya li dijî bûyerên li Kobaniyê dibe. Rêxistinên sivîl ên li Amedê di daxuyaniyê de buyeran weke proveksiyon pênase dikin. Herweha behs li ser serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û kurê Erdogan, Bîlal Erdogan ku hefteya borî di demên cuda de hatin Amedê û li ser pêvajoyê peyam dan.#sbsaudiopodcast

    Budceya Iraqê ya 2027an metirsiyan bo Herêma Kurdistanê peyda dike

    Play Episode Listen Later Sep 16, 2026 7:17


    Raporta Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê diyar dike ku hevdîtinên wan ên bi Bexdayê re bo diyarkirina budceya texmînî ya sala 2027an ji ber sepandina sîstêma navendî û neheqiya di dabeşkirina mafên darayî de bêencam mane. Di civînan de Herêmê daxwaza 11 trîlyon û 717 milyar dînarî bo mûçeyên fermanberan kiriye, lê Bexda tenê bi 10 trîlyon û 210 milyar dînarî razî bûye. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.#sbsaudiopodcast

    "Şoreşa jin, jiyan, azadî bû dirûşmeke cîhanî ku li Kurdistanê dest pê kir"

    Play Episode Listen Later Sep 16, 2026 6:54


    Rêber û çalakvanên Kurd li Parlemana Australya li Canberra kom bûn da ku salvegera çaremîn a mirina Jîna Emînî bi bîr bînin û daxwaza gavên berfirehtir ji bo mafên mirovan li Îranê bikin. Em bi Selah Pûresad re, ku nûnerê Hizbî Demokratî Kurdistan-Îran re, derbarê zextên berdewam ên li ser Kurdan, pêwîstiya Îraneke demokratîk, sekuler, federal û pirçand û girîngiya berdewamiya berxwedana Kurdan de diaxivîn. Herwiha wî behsa bandora nakokiyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de kir û tekezî li ser rola sereke ya gelê Îranê di pêkanîna guhertina siyasî de kir.#sbsaudiopodcast

    Nûçeyên roja Sêşemê 15/09/2026

    Play Episode Listen Later Sep 15, 2026 6:25


    Di vê bûletene de: Pauline Hanson ji ber şîroveyên xwe yên derbarê xwecihiyên Australya û dayika Serokwezîr rehmetî de lêborînê dixwaze... ASIO hişyariyê dide ku zarokên Australî li ser înternetê ber bi radîkalbûnê ve têne kişandin... Rêveberiya Trump gavan davêje da ku sînorên derdanên karbonê yên ji bo santralên elektrîkê yên bi komir û gazê dixebitin li Dewletên Yekbûyî rake. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.#sbsaudiopodcast

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Play Episode Listen Later Sep 15, 2026 58:02


    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 10/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.#sbsaudiopodcast

    Nexweşiyên biharê: Tiştên ku divê hûn bizanibin

    Play Episode Listen Later Sep 11, 2026 9:54


    Bi hatina biharê re li Australya, pispor ji xelkê dixwazin ku di tedbîrên pêşîlêgirtina nexweşiyên demsalî de hişyar bin, ji ber ku nexweşiyên sîstêma nefesê di nav xelkê de belav dibin, û tê payîn ku asta bilind a toza kulîlkan (pollen) di biharê de bibe sedema nîşanên asthma û alerjiyê.#sbsaudiopodcast

    Nuçeyên roja Pêncşemê 10 09 2026

    Play Episode Listen Later Sep 10, 2026 14:34


    Di vê bûletene de: Koalîsyon qanûna pêşniyarkirî ya hukûmetê ya Erka Lênerîna Dîjîtal şermezar dike... Rûniştina 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê serokê nû Xelîlûr Rehman ve hate vekirin... Û di werzîşê de, Elena Rybakina dibe yekem lîstikvana ji Kazakistanê ku di rêza yekem a cîhanê ya tenîsê de cih digire. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.#sbsaudiopodcast

    Sydney's Botanic Gardens burst into bloom this spring - Baxçeyê Botanîk yê Sydney vê biharê bi kulîlkan hatiye xemilandin

    Play Episode Listen Later Sep 10, 2026 11:39


    With spring now in full bloom, the Botanic Gardens of Sydney is bursting with colourful blooms, fragrant flowers and activities for visitors of all ages. Speaking to SBS Kurdish, Paul Nicholson, who has worked at the gardens since 1993 and is now Manager, Volunteer Programs, reflects on the gardens' rich history, their role in the community and why they remain an important part of Sydney today. - Niha ku demsala biharê bi tevahî geş bûye, Baxçeyên Botanîk ên Sydney bi kulîlkên rengîn, kulîlkên bînxweş û çalakiyên ji bo serdankerên ji her temenî tije bûne. Paul Nicholson, ku ji sala 1993yan vir ve li van baxçeyan kar dike û niha Rêveberê Bernameyên Dilxwaziyê ye, di hevpeyvînekê de ligel SBS Kurdî de, behsa dîroka dewlemend a baxçeyan, rola wan a di nava civakê de û sedemên ku çima ew îro jî beşekî girîng a Sydney ne, dike.#sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast

    Hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizraklî piştî 7 salan zindan azad bû

    Play Episode Listen Later Sep 10, 2026 10:40


    Hevşaredarê berê yê Amedê, Selçuk Mizraklî, piştî heft salan ji Girtîgeha Edirneyê hate berdan. Piştî ku Mizraklî ji bo namzediya Amedê hate destnîşankirin, li ser îdiayên ku ji aliyê jinekê ve hatibûn kirin, doz li dijî wî hate vekirin. Jina ku bûbû îtirafkar, tawanbarî li dijî Mizraklî kir û doz li dijî wî bi tawana endambûna rêxistineke terorê 7 sal û çar meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ew pişt kutakirina cezayê xwe hat berdan.#sbsaudiopodcast

    Ciwanên Kurd ji Lîbyayê rizgar bûn û vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Play Episode Listen Later Sep 10, 2026 9:01


    Hukûmeta Iraqê hewl dide ku PKK û komên din ên girêdayî bi wan ku li Şingalê ne çekên xwe radest bikin, pêkhateyên xwe yên çekdarî hilweşînin û endamên xwe tevlî hêzên Iraqî bikin. Li alîyekî din, Hukumeta Herêma Kurdistanê vegerandina 33 ciwanên kurd ragihand, ku zêdetirî mehekê di zîndanên Lîbyayê de mabûn. Li gorî amarên Fermangeha Medya û Zanyariyê, heta niha 335 kes ji Lîbyayê hatine rizgar kirin.#sbsaudiopodcast

    Nûçeyên roja Çarşemê 09/09/2026

    Play Episode Listen Later Sep 9, 2026 5:03


    Di vê bûletene de: Reformên medyaya civakî xemên li ser sansurê zêde dikin ... DYA amadekariyên bîranîna 25 saliya 11 Îlonê dike... Û di futbolê de, Champion League bi hin serketinên balkêş dest pê dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.#sbsaudiopodcast

    Nûçeyên roja Sêşemê 08/09/2026

    Play Episode Listen Later Sep 8, 2026 5:31


    Di vê bûletene de: Raporteke nû bandora nifşên cuda li ser Nifşên Dizî destnîşan dike ... Îro reformên qanûna medyaya civakî li parlemanêtêne pêşkêş kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Play Episode Listen Later Sep 8, 2026 56:53


    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 03/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Dîtinên endamên ji civaka kurd li Australya helwesta xwe derbarê entegiresyona HSD nav hukumeta Sûriyê derdibirin. Herweha nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

    Nuçeyên roja Înê 04 09 2026

    Play Episode Listen Later Sep 4, 2026 4:14


    Di vê bûletene de: Girpa teyran H5 gihîşt Sydney bi dozeke piştrastkirî li Beravên Bakur... Du Australîyên din li Nepalê zindî hatin piştrast kirin... Û di tênis de, Alex de Minaur di gera duyemîn a US Open li New Yorkê têk çû. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

    Nuçeyên roja Pêncşemê 03 09 2026

    Play Episode Listen Later Sep 3, 2026 9:51


    Di vê bûletene de: *Australya dê depoya bateriyan li Palau nû bike da ku piştgiriyê bide veguherîna enerjiya nûjenkirî... Koalîsyon planên xwe yên kêmkirina baca titûnê bi rêjeya %80 radigihîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    Kurdên Australya li ser guhertinên siyasî yên Sûriyê çi dibêjin?

    Play Episode Listen Later Sep 3, 2026 31:31


    Entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên hukûmeta Sûriyeyê de, pirsgirêkên kevin ên derbarê nasname û mafên Kurdên Sûriyeyê anîn pêş. Guhertinên bilez ên li qada siyasî di nav civaka Kurd de jî nerîn û pirsên cuda derdixin holê. Em bi endamên civaka Kurd a li Australya re axivîn da ku bertek û nerînên xwe li ser peymana di navbera HSDê û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê de bizanin. Peymana entegrasyona HSDê di nav saziyên dewletê de hin pirsan derdixe holê, ka ev maf dê çawa werin bicihanîn û gelo dê di dawiyê de di qanûnê de werin bicîhkirin yan na.

    Korek Telecom biryara Desteya Ragihandinê ya Iraqê rexne dike

    Play Episode Listen Later Sep 3, 2026 8:19


    Korek Telecom biryarên Desteya Ragihandin û Agahdariyê ya Iraqê wekî "ne li gorî destûrê û siyasî" dibîne û dibêje ev deste xwediyê desthilatê nîne ku bi hevkariya Serokwezîrê berê re ji bo çareserkirina kêmasiyên darayî û kêmkirina îcazeya 4G hatibû çêkirin, biqedîne. Korek bang li Serokwezîrê Iraqê dike ku destwerdanê bike û tekezî li ser parastina mafên aboneyên xwe bike.

    Nûçeyên roja Sêşemê 01/09/2026

    Play Episode Listen Later Sep 1, 2026 5:12


    Di vê bûletene de: Amûr û alîkariyên Australya ber bi Nepalê ve diçin da ku piştgiriyê bidin hewldanên lêgerîn û vegerandinê... Pekîn şîroveyên li ser Taywanê yên di civîna Foruma Giravên Pasîfîkê de red dike ku ew gef bûn... Û di tenisê de, Aryna Sabalenka li New York Camila Osorio ya Kolombî têk dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Play Episode Listen Later Sep 1, 2026 55:52


    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 27/08/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

    Nuçeyên roja Înê 28 08 2026

    Play Episode Listen Later Aug 28, 2026 5:45


    Di vê bûletene de: Australya 5 milyon dolar û tîmekî pispor dişîne Nepalê, herweha hejmara Australiyên winda gihîştiye 39an... Wezîr red dikin ku penaber werin qebûlkirin, Anthony Albanese sînorê 20,000 kesan piştrast dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

    Çima handana xwendevanên ciwan ji her demê girîngtir e

    Play Episode Listen Later Aug 28, 2026 9:13


    Ji rûpelên pirtûkan bigire heta qadên lîstikê yên zarokan, pîrozbahiyên Hefteya Pirtûkan ên salane demeke dirêj e ku dibin alîkar ku çîrokên zarokên Australya vejînin. Niha ku rêjeyên xwendina kêfê yên neteweyî kêm dibin, pispor û nivîskar dibêjin mijûlkirina ciwanan bi wêjeyê ji her demê girîngtir e.

    Nuçeyên roja Pêncşemê 27 08 2026

    Play Episode Listen Later Aug 27, 2026 10:24


    Di vê bûletene de: Anthony Albanese piştrast dike ku bi dehan Australî di lehiyên Nepalê de winda ne... Leşkerên navneteweyî li Xezzayê amadekariyên bicihkirina xwe li ser plana ku ji hêla DYA ve tê piştgirî kirin dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    Daykek: Heyfa ciwanên ku canê xwe ji bo deskeftinên ne hêja fîda kirin

    Play Episode Listen Later Aug 27, 2026 7:56


    Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser rewşa dawîn a qanûn û komisyonên ku ji bo pêvajoyê hatine avakirin e. Herwiha, rapor li ser şîna dehan şervanên PKKê ye ku navên wan hatine eşkerekirin û di deh salên dawî de di şer û pevçûnan de hatine kuştin. Di heman demê de li Amedê, bi beşdariya malbatan, şîna 49 şervanan sê rojan hate lidarxistin. Hemû şervan ji Amedê bûn.

    Nûçeyên roja Çarşemê 26/08/2026

    Play Episode Listen Later Aug 26, 2026 4:46


    Di vê bûletene de: Rêbazên enerjiyê yên navenda daneyên AI berî civîna Kabîneya Neteweyî ya îro rastî dijberiyê tên... Hukûmeta federal neçar ma ku siyaseta xwe ya li ser vegerandinên tenduristiyê biparêze... Û di futbolê de, ciwanê Australî Lucas Herrington ji bo Hull City destpêka xwe dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    ‘Li ser tiştekî netikîn': Çawa e-nameyek dikare karsaziyekê xerab bike

    Play Episode Listen Later Aug 26, 2026 4:56


    Australî bi sedan milyon dolar ji ber sextekaran winda dikin, û sextekar her ku diçin zêdetir Huşmendiya Çêkirî AI bikar tînin da ku kesan bixapînin. Di vê Hefteya Hişyariya Sextekariyê de, pisporan di vî warî de tedbîrên pêşîlêgirtinê ku mirov dikarin ji bo parastina xwe bikin parve dikin.

    Mezlûm Ebdî: HSD dê were hilweşandin û tevlî saziyên dewletê bibe

    Play Episode Listen Later Aug 26, 2026 10:48


    Mazlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û tevlîbûna wan a temam di nav saziyên fermî û ewlehiya dewleta Sûriyê de dê were pêkanîn. Li gorî daxuyaniyê, ev gav dê bibe beşek ji pêvajoya yekîtiya saziyên leşkerî û ewlehiyê û rêxistina nû ya hêzên li Sûriyê. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

    Nûçeyên roja Sêşemê 25/08/2026

    Play Episode Listen Later Aug 25, 2026 4:53


    Di vê bûletene de: New South Wales reformên nû yên berfireh ên makîneyên pokêr eşkere dike... Rêveberiya Trump ji bo astengkirina çavkaniyên dahatê yên Tehranê cezayên nû radigihîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Play Episode Listen Later Aug 25, 2026 59:54


    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 20/08/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi ajansê xaniyan Omid Colan li ser bazara milk diaxave. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

    Nuçeyên roja Înê 21 08 2026

    Play Episode Listen Later Aug 21, 2026 5:43


    Di vê bûletene de: Kaptan û rahênerê tîmê Sydney Swans di nav lêpirsîna polîsan a berdewam de lêborînê dixwazin... Xizmetên Awarte piştî şaşiyeke dilşikestî pêvajoyên jiyanê dinirxînin... Wezîrê Derve yê Îranê Araqçî dibêje 'terorîzma aborî' ya DYA aboriya cîhanî tehdîd dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

    Can young Australians still afford a first home in Sydney? - Gelo ciwanên Australya dikarin li Sydney xaniyê xwe yê yekem bikirin?

    Play Episode Listen Later Aug 21, 2026 11:48


    For young Australians hoping to buy their first home, Sydney's changing property market may offer new opportunities, but affordability remains a major challenge. Real estate agent Omid Jolan discusses the compromises first-home buyers may need to make, including choosing a different location, a smaller property or an apartment or townhouse. He also looks at where opportunities may exist across Sydney and what young buyers can expect from the market over the next 12 months. - Ji bo ciwanên Australî yên ku hêvî dikin xaniyê xwe yê yekem bikirin, bazara milk ya Sydney dibe ku derfetên nû pêşkêş bike, lê erzanbûn hîn jî pirsgirêkeke mezin e. Ajansê milk Omid Jolan li ser lihevkirinên ku kirrûbirên xaniyê yekem hewce ne ku bikin nîqaş dike, di nav de hilbijartina cîhekî cûda, maleke piçûktir an apartmanek. Ew her weha li cihên ku li seranserê Sydney derfet hene û kirrûbirên ciwan dikarin di 12 mehên li pêş de ji bazarê çi hêvî bikin dinêre.

    Nuçeyên roja Pêncşemê 20 08 2026

    Play Episode Listen Later Aug 20, 2026 10:34


    Di vê bûletene de: Balyozê Îsraîlê ji bo mirina Zomi Frankcom lêborînê red dike... Daxwazeke bi coş ji bo Hukûmetê, ku planên tenduristiyê yên dêrînan sînordar neke... Ciwaneke 18 salî ku hefteyeke wundaye mirî hat dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    Qanûna Pêvajoyê hat belavkirin: Hêvî û xemên malbatên şervanan

    Play Episode Listen Later Aug 20, 2026 9:16


    Qanûna Yasaya Pêvajoyê roja Sêşemê 19 Tebaxê bi İmzeya Serokomarê Tirkiyê, di Rojnameya Fermî ya Dewletê de hate belavkirin. Ji bo sepandina qanûnê sê komîte dê werin damezrandin. Avakirina Komîteya Çavderîkirin û Nîrxandinê, roja Sêşemê ji aliyê Cîgirê Serokê Tirkiye ve hate ragihandin. Ev qanûn, rê li vegera şervanên PKKê jî vedike. Lê gelo malbatên şervanan çi dibêjin, Hatice Kamer ji du dayikên Kurd li ser xemên wan dipirse.

    Êrîşa mûşekî ya Îranê li ofîsa Serokwezîr M Barzanî nerazîbûnê zêde dike

    Play Episode Listen Later Aug 19, 2026 10:50


    Êrîşa mûşekî ya Îranê li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û baregeha ajansa ewlehiyê ya Hukûmeta Herêmê bû sedema nerazîbûna navxweyî û navneteweyî. Li alîkî din, li depoyeke sûtemeniyê ya li navçeya Tancero a Silêmaniyê agirêkî mezin derket. Di agirî de nêzîkî 25 kes birîndar bûn. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

    Claim SBS Kurdish - SBS Kurdî

    In order to claim this podcast we'll send an email to with a verification link. Simply click the link and you will be able to edit tags, request a refresh, and other features to take control of your podcast page!

    Claim Cancel